Haydar Şahin
02 Adar 2019•Rojanekirin: 03 Adar 2019
Li Camû Keşmîra herêma Hindistanê otobês totî kendalê bû, di qezayê da herî kêm 6 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor xeberên di çapemeniya welêt da derketin, otobêsa rêwiyan a ji Surînsarê diçû Srînagarê li tanga herêma Majaltayê ji rê şiqitî û totî kendêl bû.
Rayedaran diyar kirin ku di qezayê da herî kêm 6 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar li nexweşxaneyên li der û dorê tên dermankirin.
Li Hindistanê her sal di qezayên trafîkê da di rojê da kêmzêde 400 kes dimirin.