Haydar Şahin
02 Adar 2019•Rojanekirin: 03 Adar 2019
Li Nîjeryaya welatê Afrîkaya Rojava di xeta boriya petrolê da teqîn çêbû, hat diyarkirin ku di teqînê da herî kêm 50 kes winda bûn.
Nengî James-Erîworiyê berdevkê polêsên herêmê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li Bayelsa eyaleta welêt ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn di xeta boriya neftê da teqîn çêbû.
James-Erîworî got di teqînê da herî kêm 50 kes winda bûn.
Hat ragihandin ku ji ber teqîna di xeta boriya saziyên Agîp, Oando û Shelê da çêbû li herêmê îzdiham derket.
Li başûrê rojhilatê Nîjeryaya ku ji hêla petrol û xaza sirûştî va dewlemend e li dijî xetên boriya petrolê gelek caran êrîş tên kirin û ji ber ku li hin ciyan bi qaçaxî petrol derdixin jî teqîn çêdibin.