Haydar Şahin
02 Adar 2019•Rojanekirin: 03 Adar 2019
Hecma bazirganiya di navbera Îran û Çînê da di meha rêbendanê da li gor heman meha par ji sedî 54 kêm bû.
Li gor daneyên Îdareya Gumrika Giştî ya Çînê di rêbendana sala par da bazirganiya di navbera Çîn û Îranê da 3,83 milyar dolar bû û îsal di rêbendanê da bazirganî ji sedî 54 kêm bû û dakete 1,73 milyar dolarî.
Par di heman heyamê da Çînê bi 1,73 milyar dolarî amûr îxracî Îranê kiribû û îxracata Çînê jî ji sedî 58 kêm bû û dakete 722 milyon dolarî.
Îtaxalata ku par Çînê ji Îranê kir 2,1 milyar dolar bû ev jî ji sedî 51 kêm bû û dakete 1,01 milyar dolarî.