Dinya

Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê bendewariya koçberan di kampan da dewam dike

Ali Cura  | 20.11.2021 - Rojanekırın : 22.11.2021
Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê bendewariya koçberan di kampan da dewam dike

Hrodzyenskaya Voblasts

 Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê koçberên ku dixwazin derbasî Ewropayê bibin, di herêma girtî da bendêmayîna xwe didomînin.

Kesên li ser sînorê Grodnoya bajarê Belarûsê yên bi mebesta koçî Ewropayê bikin ji Iraqê vîze standine û hatine Belarûsê û dixwazin ji vir jî derbasî Polonyayê bibin şeva xwe li kampa navenda lojîstîkê derbas kirin.

Zarok û jin jî tê da nêzî 2 hezar kesên bi rojane li ser sînorê Polonyayê ne piştî demeke dirêj cara ewil li cihekî germ razan. Kêm kes li dervayî kampê di konê ku vegirtine da man.

Zarokên temenê wan di navbera yek û pênc salî da ne bi pêlîstokê hatine belavkirinê va dema xwe derbas kirin, yên mezintir jî li derva gog leyîstin.

- Alîkariya mirovî dewam dike lê têrê nake

Alikariya ku ji hêla hikûmeta Belarûsê, gel û saziyên dildar va tên kirin dewam dike.

Li ber navendê xebatkarên Wezareta Rewşên Acil a Belarûsê, Xaça Sor a Belarûsê û kesên dildar dixebitin û rojê du danan xwarinê belav dikin.

Li qadê ava germ, destşo, cil û berg û betaniye car caran têrê nakin.

Hat daxuyandin Rêxistina Xaça Sor a Rûsyayê jî wê rojên pêş alîkariyê bike.

- 24 saet alîkariya tibî tê kirin

Hin caran koçber nexweş dikevin ku ji bo tedawiya wan 2 ambulans û hêzên tenduristiyê xizmetê didin.

Li gor agahiya xebatkarên tenduristiyê gelemperî koçber ji bo êşa diranan û gewriyê tên, jinên ducanî jî ji bo pirsgirêkên ducanitiyê serî li wan didin.

Wezareta Tenduristiyê ya Belarûsê daxuyand xebatkarên tenduristiyê wê 24 saetan alîkariya tibî bikin.

Hat daxuyandin rojê 80 nexweş tên tedawîkirin, 5 kes di ambulansê da hatine tedawîkirin û 2 kes jî rakirine nexweşxaneyê.

- Pirsgirêka şarja têlefonan

Di nav koçberan da pirsgirêkeke sereke jî ew e ku ceyran têrê nake û ji ber vê jî nikarin têlefonên xwe şarj bikin. Gelek kes ji rojnamevan û wezîfedarên saziyên alîkariyê dixwazin ku bira têlefonên wan bibin şarj bikin û dîsa ji wan ra bînin.

Koçberên ji ber têlefonê di ragihandinê da pirsgirêkan wan çêdibin ji hêla din va ji rojnamevanan geşedanan dipirsin û mereq dikin ku gelo ew ê derbasî Ewropayê bibin an derbas nebin.

- Ji bo midaxeleya dijî koçberan bi bombeya dengê û kûçikan lêpirsîn hat destpêkirin

Wekî mayîn Komîteya Sînor a Dewleta Belarûsê der barê midaxeleya mihafizên sînor ên Polonyayê ya 16ê mijdarê da lêpirsîn da destpêkirin.

Di daxuyaniya komîteyê da hat destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê yên Polonyayê midaxeleyî koçberên li axa Belarûsê kirin, li wê derê rêça xaza rondikrêj hat dîtin.

Hat diyarkirin ku bermayiyên li dewsa bûyerê hatin dîtin ên xazê li ser tenduristiya merivan bandoreke neyînî dike û di bûyerê da bombeya dengê jî hat bikaranîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di bûyerê da 4ê wan zarok ji 30yî zêdetir kesî ji bo alîkariya tipî serî li aliyê Belarûsê xist.

Wekî mayîn hat diyarkirin ku li Klevîtsaya herêma li sînorê Belarûs-Lîtwanyayê jî mihafizên sînor ên Lîtwanyayê kûçik berî kesên hewl didan derbasî aliyê wan bibin dan û koçber şandin aliyê Belarûsê û ji bo vê jî lêpirsîn dewam dike.

Ji 8ê mijdarê vir da li sînorê Belarûs-Polonyayê koçberên ji Iraq û Sûriyeyê hewl didin derbasî Ewropayê bibin, koçberan li daristanê kamp ava kiribûn û li ber sînor disekinîn.

Van kesan duh kampên li sînor vala kiribûn û derbasî kampa ku hikûmeta Belarûsê amade kiribû bibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın