Dinya

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Austin bi Serokwezîrê HKIyê û bi Prensê Welîehd ra hevdîtin kir

Betül Yürük  | 21.11.2021 - Rojanekırın : 22.11.2021
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Austin bi Serokwezîrê HKIyê û bi Prensê Welîehd ra hevdîtin kir

New York

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê LIoyd Austin bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî û Prensê Welîehd ê Behreynê Selman bîn Hamad bîn Îsal Al Xelîfe ra hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hat dayîn, Austin li Manamaya paytextê Behreynê di dema civînên "Diyaloga Manamayê" ku her sal tê lidarxistin da hin hevdîtin pêk anîn.

Austin bi Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî ra hevdîtin kir û di hevdîtinê da ji bo têkoşîna ku pêşmerge dijî DEAŞa rêxistina terorê didin û ji bo piştgiriya wî ya seba têkoşînê spasiya Barzanî kir.

Lloyd Austin li Manamayê bi Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cuma Înad Sadun ra jî hevdîtin kir.

Di hevdîtinê da li ser mijarên gav û mîsyona ku eskerên Amerîkayê yên li Iraqê di têkoşîna dijî DEAŞê da alîkariyê dide artêşa Iraqê û pê ra agahiyên îstixbarî parve dike û li ser tevkariya navbera her du welatan axivîn.

Austin bi Prensê Welîehd ê Behreynê Selman bîn Hamad bîn Îsal Al Xelîfe ra jî hevdîtin kir û li ser ewlehiya behrê û tevkariya herêmî û navdewletî sekinîn.

Austin li Manamayê bi Wezîrê Parastinê yê Malezyayê Hîşamuddîn Huseyîn ra jî hevdîtin kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.