Türkan Tosun
27 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Piştî Amerîkayê desthilatiya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê qebûl kir, Sûriyeyê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) civînek xwest.
Li gor agahiya çavkaniyên dîplomatîk li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a desthilatiya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê qebûl dike, Sûriyeyê xwest bi Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ra civînekê bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi biryara serokatiyê va daxuyandibû ewê desthilatiya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê qebûl bike.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1981an da bi biryara ewil a ku hejmara wê 497 e va bertek nîşanî desthilatiya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê dabû û dibêje li gor hiqûqa navneteweyî qanûn û rêvebiriya Îsraîlê ya li Girên Golanê bê hikûm e.
Îsraîl ji sala 1967an vir va Girên Golanê ya ku axa Sûriyeyê ye dagir kiriye.