Haydar Şahin
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
NABLUS
Hat ragihandin ku li Nablûsa bajaroka Şerîeya Rojava ya di bin dagiriya Îsraîlê da niştecihên Cihû zirar dan wesayîtên welatiyên Filistînê û li ser dîwaran û wesayîtan diruşmeyên nijadperestî nivîsandin.
Samîr Awîsê Serokê Meclisa Luben eş-Şerqiye ya li başûrê Nablûsê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku niştecihên Cihû di parastina leşkerên Îsraîlê da avêtin ser gund û lastîkên kêmzêde 30 wesayîtên welatiyê Filistînê jê kirin.
Awîs destnîşan kir ki niştecihên Cihû li ser wesayît û dîwarên gund diruşmeyên nijadperestî nivîsandin, hewl dan ku deriyê mizgefta gund ji cî derxin lêbelê gelê herêmê destûr neda.
Luben eş-Şeqiyeya ku dora wê bi niştewarên Cihûyan va hatiye pêçandin berê jî merûzî heman êrîşan hatibû.