Önder Beyter
14 Gulan 2020•Rojanekirin: 15 Gulan 2020
MOSKOVA (AA) - Li Rûsyayê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 305an, ya pêketiyan jî derket 252 hezar û 245an.
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêgiriyê ya Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê, li welêt di 24 saetên dawîn da di 9 hezar û 974 kesên din da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan derket 252 hezar û 245an.
Ji serê meha gulanê vir va cara ewil îro hejmara pêketiyan berjêrî binê 10 hezarî bû û hejmara miriyan jî 93 zêde bû û derket 2 hezar û 305an, ya kesên baş bûn jî 5 hezar û 527 zêde bû û derket 53 hezar û 530an.
Li Rûsyayê rêjeya zêdebûna rojane ya pêketiyan ji 4,3yan berjêrî 4,1ê bû û her wiha hat destnîşankirin ku ji pêketiyên nû di sedî 40,6an da sempton naxuyên.
Li paytext Moskovayê hejmara pêketiyan 4 hezar û 712 zêde bû û derket 130 hezar û 716an, ya miriyan jî 58 zêde bû û derket 1290î.
Hat destnîşankirin li bajêr 23 hezar û 307 kes jî baş bûn.
- 259 hezar kes di bin çavdêriyê da ne
Di daxuyaniya Sersîva Parastina Tenduristiya Însanan û Mafên Xerîdaran a Rûsyayê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 205 hezar testên nû hatin kirin û hejmara testên ku heta niha hatine kirin jî ji 6 milyon û 100 hezarî zêdetir e.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku qedera 259 hezar kes jî di bin çavdêriyê da ne.