Türkan Tosun
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm bi 5 pileyan ve li Erziromê hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê nîvewrayî û car caran jî pirewrayî be.
Heta nîvro li der û dora Agiriyê wê baran bibare, ji hêla başûr û başûrê rojava ve jî car caran wê ba rabe.
Li gor demsalê germahî wê 2-4 pile zêde be.
Germahiya herî kêm a bi şev li Îdirê 7, li Tuncelî û Erzinganê 5, li Agiriyê 1, li Qersê di bin sifirê de 1, li Erziromê jî di bin sifirê de 5 pile hat pîvan.
Germahiya herî zêde a bi roj jî li Îdirê 18, li Erzinganê 16, li Tunceliyê 15, li Erziromê 11, li Agiriyê 10, li Qersê 9 û li Erdêxanê jî wê 8 pile be.
Qalindahiya berfê li navenda Erdexanê 3 santîm, li Qers û Erziromê jî santîmek hat pîvan.
Qalindahiya berfê li navenda xweşiqitandinê ya Sarikamîşê 70, li Palandokenê 80, li Yalnizçamê jî 30 santîm e.
Rayedaran ji ber şepeyê hişyarî da welatiyan.
Ji ber berf û bagerê li Agiriyê rêya 2 gundan hat girtin.
Xebatkarên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo ku rê bên vekirin dixebitin.