Haydar Şahin
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
CENEVRE
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad el Huseynî diyar kir ku ji hezîranê virda koalisyona navneteweyî ya di pêşîkêşiya DYAyê da di êrîşên ji beja û hewayê yên li ser Reqaya di destê DEAŞê da 173 sivîl kuştin.
Huseyn di daxuyaniya nivîskî da bal kişand ku koalisyonê êrîşên ji beja zêde kir û di encama van êrîşan da kêm zêde 100 hezar sivîl di tengasiyê da man.
Huseyn got ji ber rewşa sivîlên li Reqayê di fikaran da ne û bangî hemû aliyan kir ku bira jiyana sivîlên li Reqayê nexin xetereyê.
Huseyn diyar kir ku ji ber êrîşên ji beja û hewayê yên koalisyona navneteweyî ya di pêşîkêşiya DYAyê da ji hezîranê virda kêm zêde 173 sivîl hatin kuştin û ev hejmara jî li gor texmînê ye û wiha got: "Ji bo serfiraziyeke leşkerî ya bi lez dibê sivîl neyên fedakirin."
Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Guterres di daxuyaniya xwe ya 21ê hezîranê da bang kiribû ku di operasyona ji destê DEAŞê xilaskirina Reqayê da bira sivîl û binesaziya sivîl bên parastin.