ANKARA
Serokomar Abdullah Gul li ber Deriyê Mezin ê Rûmetê yê Qesra Çankayayê Serokomarê Efganistanê Hemîd Qarzaî û Serokwezîrê Pakistanê Nawaz Şerîf qebûl kir, bi destên hev girtin û endamên çapemeniyê jî wêneyên wan kişandin.
Serokomar Gul li Qesrê bi Serokomarê Efganistanê Qarzaî, bi Serokwezîrê Pakistanê Nawaz Şerîf û bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hat bal hev.
Piştî van hevdîtinan Serokomar Gul bi Serokwezîrê Pakistanê Şerîf re û Serokwezîr Erdogan jî dê bi Serokomarê Efganistanê Qarzaî re hevdîtinan bike. Pişt re jî Serokomar Gul, Serokwezîrê Pakistanê Şerîf, Serokwezîr Erdogan û Serokomarê Efganistanê Qarzaî dê hevdîtinên çaralî bikin.