30 Îlon 2016•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2016
HESEKÊ
Li Qamişloya navçeya Hesekê bi sedan kurdî PYDya baskê Sûriyeyê yê PKKya rêxistina terorê protesto kir.
Beşdarbûyên xwepêşandana ku ji aliyê Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwaz kirin ku kurdên di zîndanên PYDê da serbest bên berdan û îdî îxlalên dijî gel neyên kirin.

Hat ragihandin ku çekdarên PYDê hinek ji beşdarbûyên xwepêşandanê derdest kirine û birine cihekî ku nayê zanîn.
Hêzên çekdar yên bi PYDê va girêdayî 15ê tebaxê 30 endamên ENKSê ku li Qamişlo beşdarî merasima cenazeya 2 pêşmergeyên sûrî bûbûn derdest kiribû û herwiha 9 kes jî, 26ê îlonê li Til Temir û Cewadiyê girtibûn.