Haydar Şahin
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
LIMA
Li nêzî Lîmaya paytextê Peruyê otobês totî kendêl bû, di qezayê da 48 rêwî mirin.
Li gor xeberên çapemeniya herêmî otobêsa ku 57 rêwî tê da hebûn û ji Huachoyê diçû Lîmayê li ramorka motorê qelibî û paşê jî totî kedalê 100 mêtreyî kûr bû.
Otobês hetanî perava Okyanusa Pasîfîkê ya li bintara kedêl tot bû û di qezayê da 48 rêwî mirin.
Claudia Espinozaya ji yekeya agirkujên dildar got ji ber ku rê naçe ber peravê xebatên lêgerîn û xilaskirin bi zor û zehmetî dewam dikin.
Espinozayê diyar kir ku ekîbên polês û agirkujiyê 6 birîndar bi firokeyan rakirin nexweşxaneyên li nêzî ciyê qezayê, 3 rêwî jî winda bûne.
Pedro Pablo Kuczynskiyê Serokê Dewleta Peruyê di daxuyaniya xwe da got ji ber ku di qezayê da gelek kes mirin zehf li ber xwe ketiye.