25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
ÎSLAMABAD
Hat ragihandin ku li eyaleta Belucistanê ya li rojavayê başûrê Pakistanê çend êrîşkarên çekdar ketin navendeke perwerdeya polêsan û di encama bûyerê da 59 kes mirin, 117 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya berpirsên emniyetê da hat destnîşankirin ku li dewrûebra bajarê Kuettayê 3 êrîşkarên çekdar avêtin ser navenda perwerdeyê ya ku qedera 200 namzedên polês tên perwerdekirin û di encamê da piraniya kesên ku mirin, namzedên polês in.
Di daxuyaniyê da herwisa hat diyarkirin ku di êrîşa terorê ya ku qedera 5 saetî ajot û hin namzedên polês rehîn hatin girtin da 59 kes mirin û 117 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyekî va hê tukesî berpirsiyariya êrîşê hilneda ser xwe, li aliyê din jî li gorî daxuyaniya generalekî piayebilind ê artêşa Pakistanê Şer Afgun ku da medyayê, ew îhtimal zexm xuya dike ku êrîş ji layê rêxistina Leşkerê Cangvî qewimî.
Navenda Leşkerê Cangvî li Pencapa eyaleta Pakistanê ye û beriya niha jî li Belûcistanê êrîşên mezhebî kiribûn. Rêxistinê bi taybetî civaka şiî Hazarayê kiribû hedef. Sedema êrîşkirina akademiya polêsan hê ne diyar e.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, terorîstan bi keleşê êrîş kir û du terorîstan bombeyên ser xwe teqandin û mirin.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî li qada ku êrîş hat kirin herî kêm dengê sê teqînan hatibû.