25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li Hewlêrê bi Balyozê Iraqê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Patrîck Sîmonet re hat bal hev.
Li gor daxuyaniya ku ji malpera fermî ya Serokatiya HKIyê de hat weşandin de Sîmonet der heqê helwesta welatên YEyê ya der heqê operasyona ji destê DEAŞa rêxistina terorê rizgarkirina Mûsilê de agahî da Barzanî.
Sîmonet destnîşan kir ku piştgiriya ku YE di têkoşîna dijî terorê de dide hêzên pêşmergeyan dê di dema operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî berdewam bike û wiha axivî: "Welatên YEyê di têkoşîna dijî DEAŞê de û di operasyona rizgarkirina Mûsilê de piştgirên pêşmergeyan e. Wêrekiya pêşmergeyên ku dijî DEAŞê serkeftinên mezin bi dest xist hêjayê pîrozkirinê ye."
Sîmonet bal kişand ku gelekî girîngî didin têkiliyên di navbera YE û HKIyê de û bi bîr xist ku ji ber vê yekê asta nûnertiya li Hewlêrê bilind kirin. Sîmonet fikarên YEyê yên der heqê geşedanên piştî DEAŞê de bi Barzanî re parve kir.
Barzanî jî qal kir ku komên etnîk û dînî yên ku li Nînovayê dijîn bi taybetî ji bo ku mafên gelên êzdî û xiristiyan bê parastin çi ji destê wan bê dê bikin.
Barzanî der heqê êrîşên DEAŞê yên li Kerkûkê de jî wiha axivî:
"Hêzên me yên asayîşê dijî terorîstan bi qehremane têkoşîn dan. Gelê Kerkûkê mînakeke berxwedanê ya mezin nîşan da. Ez dixwazim vê bibêjim ku gelê Kerkûk û Kurdistanê dê tu carî destûr nedin ku bajarên wan bibin wekî hêlînên terorê."
Barzanî û Sîmonet di hevdîtinê de digel plana eskerî bal kişandin ku divê planeke siyasî jî hebe. Di hevdîtinê de her wiha li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û geşedanên siyasî yên li herêmê sekinîn.