Dinya

Li Pakistanê teyareya rêwiya ket

Hat ragihandin ku teyareya rêwiyan a sefera Lahor-Qereçiyê dikir a Rêhewaya Navneteweyî ya Pakistanê (PIA) di ser wargeha li nêzî Balafirgeha Qereçiyê da ket.

Haydar Şahin   | 22.05.2020
Li Pakistanê teyareya rêwiya ket

İslamabad

 Hat ragihandin ku teyareya rêwiyan a sefera Lahor-Qereçiyê dikir a Rêhewaya Navneteweyî ya Pakistanê (PIA) di ser wargeha li nêzî Balafirgeha Qereçiyê da ket.

Ebdil Setarê Berdevkê PIAyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku teyareya bi tîpa Aîrbus A-320î bi 90 rêwiyên xwe va di ser wargeha li nêzî Balafirgeha Qereçiyê da ket.

Di dîmenên li ser medyaya civakî da ji hat dîtin ku li ciyê teyare lê ket gelek avahiyan zirar dîtiye û ekîbên agirkujiyê gihîştine herêmê.

Artêşa Pakistanê jî diyar kir ku ekîbên lêgerîn û xilaskirinê şandin herêmê û ekîbê dest bi xebatan bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın