Dinya

Li Norwecê di êrîşa tîrê da 5 kes hatin kuştin

Serokwezîr Erna Solbergê serxweşî da malbatên qurbaniyan û ji bo birîndaran jî şifa xwest

Atila Altuntaş  | 14.10.2021 - Rojanekırın : 15.10.2021
Li Norwecê di êrîşa tîrê da 5 kes hatin kuştin

Stockholms Lan

Hat ragihandin, li bajarokê Kongsbergê yê Norwecê di êrîşa tîrê ya nêzîkî marketekê da 5 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Polêsê Kongsbergê Oeyvind Aas di daxuyaniya xwe da diyar kir, ji birîdarên êrîşa ku 5 kes hatin kuştin, yek jê jî polêsê sivîl ê marketa bi navê Coop e.

Aas diyar kir, rewşa herdu birîndaran jî baş e.

Aas bal kişand ku berşik bi dema herêmî di saet 18.13an da êrîş kir, nîv saet şûnda di saet 18.47an da hat qefaltin û wiha got, "Me tesbît kir, berşik bi kevan û gelek tîran va ketiye hundir marketê û qadeke berfireh emilandiye."

Aas destnîşan kir, îhtimal heye ku êrîş, êrîşa terorê be û wiha got, "Hê zû ye ku em bêjin bûyer, êrîşa terorê ye. Jêpirsîna berşik didome."

Serokwezîra Norwecê Erna Solbergê jî diyar kir ku li Norwecê ber êvarê bûyereke kambax rû da û her wiha Solbergê serxweşî da malbatên qurbaniyan û ji bo birîndaran jî şifa xwest.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın