Dinya

MÎTê li Wanê endamên şebekeya sixurên Îranê girtin

Teşkîlata Îstixbarata Millî (MÎT) digel Ewlekariyê bi ser şebekeya sîxuran de ya ku hewl dida kevneeskerekî Îranî birevîne, girt.

Ferdi Türkten  | 13.10.2021 - Rojanekırın : 14.10.2021
MÎTê li Wanê endamên şebekeya sixurên Îranê girtin

Ankara

Teşkîlata Îstixbarata Millî (MÎT) digel Ewlekariyê bi ser şebekeya sîxuran de ya ku hewl dida kevneeskerekî Îranî birevîne, girt.

Li gorî agahiyan li Wanê ,2 ji wan sîxurê Îranê bi giştî 8 kesên ku ji Îranê bi mebesta revandina eskerekî berê yê Îranê hatibûn şandin, 24ê îlona 2021ê bi operasyona hevbeş a MÎT û Ewlekariya Wanê li ser sûc hatin girtin.

MÎTê tesbît kir ku sixurên Îranê bi budceyeke bi qasî 30 hezar dolarî ji bo revandina M.Ayî hewl didin şebekeyekê li Wanê çê bikin.

MÎTê derxist holê ku endamên şebekeyê bi talîmata sixurên Îranê ji M.Eya hevjîna M.Ayî xwestine alîkariya bûyera revandinê bike û 10 hezar dolar teklîfî wê kirine. Jê re gotine heger qebûl nekî ewê zirarê bidin xizmên wan ên ku li Îranê dijîn.

Piştî tesbîta vê yekê MÎT û Ewlekariya Wanê dema sucê de bi ser şebekeyê de girt.

Welatiyê Îranê S.S û welatiyê Tirkiyeyê M.E.A yên ku 24ê îlonê seat derdora 21.00ê hewl didan bi mebesta revandina M.A têkevin îqametgeha wî, hatin binçavkirin.

Di operasyona berdewam de 6 endamên din ên şebekeyê yên Tirk jî hatin girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın