11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
NEW YORK
Li New Yorka bajarê Amerîkayê ji ber sedemeke hê nediyar e teqînek çêbû.
Şaxa Polêsan a New Yorkê li ser Twîtterê daxuyand ku li Manhattanê di rawestgeheke otobêsê de ji ber sedemeke hê nediyar teqînek çêbû.
Li gor çapemeneiya Amerîkayê kesek hat binçavkirin û di teqînê de hin kes jî birîndar bûn.
Piştî teqînê xetên metroya New Yorkê yên A,C û E hatin valakirin.