Türkan Tosun
30 Nîsan 2018•Rojanekirin: 01 Gulan 2018
NEW JERSEY
Li Patersona bajarê New Jerseya eyaleta Amerîkayê ya ku gelek Tirk lê dijîn konferanseke bi navê "Li gor Bedîuzzeman şaristanî û tevgera musbet" hat lidarxistin.
Saziya bi navê Wîsdom House (Mala Hikmetê) li Akba Hall Salonê konferans li dar xist û gelek kes beşdarî konferansê bûn.
Parlamenterê Ispartayê yê AK Partiyê Saîd Yuce di konferansê de behsa jiyan, têkoşîn û nerîna şaristaniyê ya Bedîuzzeman kir.
Yuce anî ziman îro hewcedariya mirovahiyê bi vê tevgerê heye û ji Risaleyê Nurê mînak nîşan dan.
Yuce piştî konferansê pirsên rojnamevanan bersivandin û got FETOya rêxistina terorê di serî de Qur'ana Pîroz hemû tiştên pîroz îstîsmar dike û wiha axivî: "Çawa ku Qur'an, sunet û hedîsan îstîsmar dike, Rîsaleya Nurê, hestên saf ên mirovan jî îstîsmar dike. Tiştek din bigota nikaribû bixapanda, ji ber vê dîn bi kar anî. Lewra tişta herî hesas wicdan û dîn e, ew bi kar anî û îstismar kir."
Yuce got Bedîuzzeman dibêje heke kesek bixwaze xizmeta Qur'anê bike, divê dev ji hemû berjewendiyên maddî, manewî û îkbalê berde, lê endamên FETOyê çav berdan berîk û pereyên mirovan.
Der barê hilbijartinê de jî Yuce got gel hevkariya AK Partiyê û MHPyê razî ye û ewê careke din bi ser bikevin û Serokomariyê car din qezenc bikin.