KATMANDU
Hat ragihandin ku li bakurê Nepalê hezaz çêbû û di encamê de ji 100î zêdetir kes winda bûn.
Rayedaran daxuyandin ku duh li rojhilata Katmanduya paytextê Nepalê, li herêma Sîndhuplachowkê hezaz qewimî. Xebatên lêkolîn û xelaskirinê dewam dikin. Hat ragihandin ku gelek mal di bin axê de man û ji 100î zêdetir kes jî winda ne.