Türkan Tosun
25 Adar 2021•Rojanekirin: 26 Adar 2021
Li Myanmarê kesên ji ber derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmetê xwepêşandanan dikin û duh bi grevê va çalakiyên xwe dabûn sekinandin îro dîsa daketin kolanan.
Bi deh hezaran kes li Yangon, Mandalay, Bago û Kyaukmeyê daketin kolanan bertek nîşanî hêzên ewlehiyê dan ku ew li hemberî çalakvanan çekan bi kar tînin û tund tevdigerin.
Li Yangonê hin xwepêşandêran dirûşme berz kirin ku li hemberî artêşa Myanmarê bila artêşeke federal ava bibe.
Xebatkatkarên tenduristiyê û karmendên dewletê jî di nav da gelek welatî beşdarî xwepêşanan bûn.
Li Mandalayê di 23yê Adarê da eskeran qîzikeke 7 salî kuşt. Li ser vê duh li gelek herêmên welêt di bin navê "greva bêdeng" da xwepêşandêr ji malên xwe derneketibûn.
- Hejmara miriyan gihîşt 286an
Lijneya Alîkariya Girtiyên Siyasî ya Myanmarê (AAPP) îro raporek amade kir û got di 24 saetan da ji ber midaxeleya hêzên ewlehiyê 11 kesên din jî hatine kuştin.
Li gor rapora AAPPyê hejmara miriyan gihîşt 286an.
Komên mafparêz ên xwepêşandanan ji nêz va dişopînin dibêjin di nav rojê da hejmara kuştiyan dibe ku zêde bibe.