Abdullah Tel
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
QAHIRE
Lijneya Hilbijartina Neteweyî ya Misrê (LHM) bi fermî eşkere kir ku ji bo hilbijartina serokomariyê Serokomar Ebdufettah es-Sîsî û Serokê Partiya Sibê Mûsa Mistefa Mûsa namzed in.
LHMê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Sîsî piştgiriya 549 parlementerî hilda û ji hilbijêran jî 161 hezar û 707 îmze kom kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku namzedê duyemîn Mûsa jî piştgiriya 20 parlementerî hilda û wisa bû namzedê serokomariyê.
Li gor qanûna hilbijartinê ya Misrê ji bo namzediya serokomariyê ji 569 parlementerên meclisê herî kêm divê pişgiriya 20 parlementerî bê hildan.
Kesê ku ji 25 eyaletên Misrê herî kêm ji 15 eyaletan bi tevahî 25 hezar îmzeyên bi pesendkirina noterê va berhev bike jî dikare bibe namzedê serokomariyê.
LHMê pêr daxuyanî da û destnîşan kir ku Sîsî û Mûsa ji bo namzediyê serlêdana fermî jî kirine.
Tura ewil a hilbijartina serokomariyê ji bo welatiyên Misrê yên li dervayê welêt di 16-17-18ê adarê da û ji bo welatiyên li welêt jî wê di 26-27-28ê adarê da bê kirin.
Li gor texmînan Sîsiyê di tura ewil a hilbijartina serokomariyê da bi ser keve.