Haydar Şahin
26 Adar 2021•Rojanekirin: 27 Adar 2021
Li Suhaca bajarê Misrê di qezaya trênê da herî kêm 32 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Misrê da hat diyarkirin ku li Tahtaya navçeya Suhacê du trênên rêwiyan li hev qelibîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di qezayê da 66 kes birîndar bûn, piştî qezayê ji bo mirî û birîndaran rakin nexweşxaneya dewletê ya li Suhacê 36 ambûlans sewqî herêmê kirin.
Li Misrê herî dawî di 9ê berfanbara 2020î da trênê qeza kiribû û 22 kes birîndar bibûn.