QAHÎRE
Wezareta Tenduristiyê ya Misrê ragihand ku hejmara kesên di êrîşa bibombe ya li Midûriyeta Ewlehiya Qahîreyê hat kirin de mirin derket 4 kesan û 51 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Misrê de hat gotin ku di êrîşa bibombe de 4 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn. Wezaretê ji bo birîndaran bangî bexşa xwînê jî kir.
Di aliyê din de hat ragihandin ku gelek kes hatin herêma teqînê û bi diruşmeyan pesnê polês û leşkeran dan.
Çavkaniyeke ewlehiyê destnîşan kir ku di êrîşê de tonek teqemenî hatiye bikaranîn.