27 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
MOSKOVA
Li Moskovaya paytextê Rûsyayê "Festîvala Muzîka Leşkerî ya Birca Spasskaya" hat li darxistin. Di festîvalê da xwepêşana tîma mehterê gelek hat ecibandin.
Di festîvala li Meydana Sor a dîrokî ya Moskovayê de xwepêşana Yekitiya Mehteran a Hêzên Çekdar ên Tirk eleqeyeke mezin dît.
Dema Tîma Mehterê Kaytûşaya strana gel a rûs got, welatiyan demek dirêj çepik lêdan. Welatiyên rûs meş, cil û bergê Mehtera bi baldarî temaşe kirin.
Ji 40 welatan 140 bando bêşdarî "Festîvala Muzîka Leşkerî ya Birca Spasskaya" bûn û festîval wê heta 3yê Îlonê dewam bike.
"Festîvala Muzîka Leşkerî ya Birca Spasskaya" yek ji festîvalên muzîka leşkerî ya navneteweyî ya herî mezin a Cîhanê ye.