27 Tebax 2017•Rojanekirin: 27 Tebax 2017
RAMALLAH
Fîlma bi navê "Reyhana Xwînî" a ku behsa jiyana jinên Filistînî yên ku li Şeriaya Rojava dixebitin kete vîzyonê.
Kurtefîlma "Reyhana Xwînî" cara ewil li Navenda Çandê ya Xelîl es-Sekakîniyê hat nîşandan.
Film behsa jiyana 6 jinên ku li herêma Exwarê ya ku cihên cihû lê dijîn dixebitin, dike.
Derhênera fîlmê Îlya Xerbiyeyê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wan bi mesrefeke biçûk va ev fîlm kişandiye û armanca wan ewe ku jiyana van jinên Filistînî ew nîşan bidin.
Xerbiye got ev jin her tim biçûk tên dîtin û kesên ku wan didin xebatê zextê li ser wan dikin û wan xwestiye bi vê fîlmê va şert û mercên jinan bidin nîşandan, dengê van jinan bigîhîje saziyên hikûmetê ku ew di nav Filistînê de van jinan re karekî bibînin.
Film 15 deqîqe ye û di fîlmê de bi jinên Filistînî re hevpeyvîn hatine kirin ku ew behsa jiyan û şertên ku tê de dixebitin bibêjin.
Li gor daneyên fermî yên Filistînê li cihên cihûyan yên li Şerîaya Rojava jê 2 hezar û 500 jin bi tevahî 30 hezar filistînî dijîn.