Nihat Kavşut
30 Gulan 2020•Rojanekirin: 31 Gulan 2020
Li Meksikaya ji dewletên Amerîkaya Başûr ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 371 kesên din jî mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Meksikayê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 371 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 9 hezar û 415an.
Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 227 nexweş hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 84 hezar û 627an.