Önder Beyter
11 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
MÛSIL
Meclisa Parêzgeha Mûsilê, ji bo ku ji Şengala navçeya Mûsilê derkeve, 10 roj wext da rêxistina terorê PKKê.
Serokê Meclisa Parêzgehê Beşîr Kîkî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku di encama civîna hevbeş a hikûmeta navendî ya Iraqê û Meclisa Parêzgeha Mûsilê da, ji bo ku ji navçeyê derkeve, 10 roj wext dan PKKa ku li navçeya Şengalê avahiyên qamûyê zeft kirine.
Kîkî bal kişand ku bi tu awayî pêkan nîne ku PKK li Şengalê bi cih bibe û hebûna xwe li wir bidomîne û wiha dewam kir, "Helwesta Meclisa Parêzgehê di vê mijarê da zelal û eşkere ye. PKK divê ji navçeyê derkeve. Ji bo vê yekê jî em li ser kar in û çi hewce dike, em dikin."
Kîkî diyar kir ku ji ber hebûna rêxistinê ya li navçeyê, peywirdarên îdarî nikarin wezîfeya xwe bi cih bînin û herwiha armanc ew e ku ev peywirdarên navborî di nava 10 rojan da vegerin ser karên xwe.
PKKyê êrîşa rêxistina terorê DEAŞê ya di 3yê Tebaxa 2014an da ya dijî Êzdiyan ji xwe ra kiribû hincet û li herêmê bi cih bûbû û polîtîkaya belavbûnê meşandibû.
Hêzên hevbeş ên girêdayî hikûmeta Iraqê di 16ê Cotmeha 2017an da operasyoneke eskerî li dar xistibûn û herwiha di encamê da Şengala ku PKK û Pêşmerge lê bûn, ketibû kontrola Bexdadê. Piştî vê operasyonê hêzên Pêşmerge yên li Şengal û dewrûbera wê vekişiyabûn.
Li navçeya Şengalê aniha artêşa Iraqê, Heşda Şabî, polêsên federal û milîtanên PKKê hene.