Önder Beyter
11 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
CHICAGO
Li fûara wesayîtên guhartî “World of Wheels” ya ku li bajarê Chicago yê Amerîkayê hat lidarxistin, ji 500 zêdetir wesayît hatin nimayîşkirin.
Di fûara li Navenda Kongreyê ya Donald E. Stephens a li herêma Rosemontê da ji 500î zêdetir otomobîl, SUV, kamyonet, motosîklet, TIR û otobus ku bi awayekî taybet hatine sêwirîn, derketin pêşiya meraqdaran. Di fûara ku îsal ev 56emîn car e tê lidarxistin da otomobîlên antîqe jî hene û herwiha bihayê van wesayîtan jî cur be cur e.
Tê texmînkirin ku 100 hezar kes wê fûarê ziyaret bike.