Sevim Hatun
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
MUŞ
Li Mûşê welatiyan dest bi amadehiyên zivistanê kir.
Li herêmê ji ber ku zivistan zor û zehmet derbas dibe û dirêj dikêşe welatiyan dest bi amadekirina êzing û komirê kir.
Sadettîn Tekînê li Taxa Çogurluyê dimîne got ku li herêmê zivistan dijwar e û wiha xeber da:
"Bêyî êzing û komirê ne mimkun e zivistan derbas bibe. Malbateke herî kêm tonek êzing û 2 ton komirê dişewitîne. Malbata me mezin e, em di sê odeyan de sobê datînin ji ber vê yekê divê em 6 ton komirê bistînin."
Firoşkarê êzing û komirê Zekî Gundogdu got ku her diçe hewa sar dibe, herwiha firotina êzing û komirê jî zêde bû.
Gundogdu got ku li bajêr tonê êzingan bi 500 lîreyî yê komira pres bi 780 lîreyî û tonê komira îdxal jî bi 950 lîreyî tê firotin.
Gundogdu di dawiya axaftina xwe de got ku ji ber xaza siruştî hêdî hêdî digihê herêmê û tê bikaranîn rêjeya firotinê jî li gor par daketiye.