Fatih Gazioğlu
19 Nîsan 2019•Rojanekirin: 20 Nîsan 2019
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ragihand ku di pevçûnên li Trablusa paytextê Lîbyayê da jimara kuştiyan derket 213 kesî.
Li gor daxuyaniya ku ji ser hesabê Mîsyona Libyayê ya RTDê hat dayîn, li ser bûyerên ku di 4ê nîsanê da li paytext Trablusê derketin û General Xelîfe Hafter xwest paytextê bi dest bixe heta 213 kes hatin kuştin û 1009 kes jî birîndar bûn.
RTDyê duh ragihandibû di pevçûnên li Trablusa paytextê Lîbyayê da 205 kes hatine kuştin û 913 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê da hatibû gotin ku ji ber pevçûnan ji herêmê heta niha ji 18 hezarî zêdetir kes ji war û ciyên xwe bûne.
Pêşengê hêzên eskerî yên li rojhilatê Lîbyayê General Xelîfe Hafter ji bo ku paytext Trablusê bi dest bixe di 4ê nîsanê da fermana êrîşê dabû û li ser vê yekîneyên UMHyê jî operasyona "Burqan el-Xadabê" dabûn destpêkirin.