Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Em weke welatên herêmê naxwazin ku aliyên sêyemîn pevçûnên xwe bînin vê erdnîgariyê"

Tuğba Altun  | 17.04.2024 - Rojanekırın : 18.04.2024
Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Em weke welatên herêmê naxwazin ku aliyên sêyemîn pevçûnên xwe bînin vê erdnîgariyê"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got: "Em weke welatên herêmê naxwazin ku aliyên sêyemîn pevçûnên xwe bînin vê erdnîgariyê bikin."

Fîdan piştî hevdîtina bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Mihemed bin Ebdurehman Al Sanî ya li Qeterê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Wezîr Fîdan got ew li ser geşedanên dawîn ên li herêmê axivîne û wiha dewam kir: "Me ji destpêkê pê va diyar kiribû ku sûcên Îsraîlê yên ku li Xezeyê kirine ji bo herêmê metirsiya pevçûnê di xwe da dihewîne û me li hemberî îhtîmala mezinbûn û belavbûnê hişyarî dabû."

Fîdan got bûyerên ku di dawiya hefteyê da qewimîn nîşan dan ku îhtîmala şer a ku welatên li dervayî herêmê jî dikarin beşdar bibin heye û wiha axivî: "Em weke welatên herêmê naxwazin ku aliyên sêyemîn pevçûnên xwe bînin vê erdnîgariyê bikin."

Wezîr Fîdan anî ziman ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji bo desthilatiya xwe her tiştî dike û wiha pê da çû: "Eşkere ye ku Netanyahu ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne hewl dide ku herêma me bikişîne nava şer. Kesên ku bê şert û merc piştgirîya Netanyahu dikin divê bi lezgîn helwesta xwe ji nû va binirxînin. Ya sêyem û ya herî girîng jî ew e ku bingeha bûyeran tundî û zordariya Îsraîlê ya li Xezeyê ye. Dixwazim vê yekê binxêz bikim ku ne Îsraîl ne jî Îran niha mexdûr in. Mexdûr xelkê Xezeyê ye."

Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Al Sanî jî diyar kir ku bêyî avakirina dewleteke Filistînê ya ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e ev pirsgirêk wê çareser nebe û diyar kir ku di alîkariya însanî da koordînasyon pir girîng e.

Al Sanî anî ziman ku li Xezeyê divê ev felaket dawî bibe û wiha axivî: "Ji bo bidawîkirina êşa însanî bi taybetî rol û tesîra Tirkiyeyê li herêmê pir girîng e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.