Fatih Gazioğlu
19 Nîsan 2019•Rojanekirin: 20 Nîsan 2019
Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Patrick Shanahan li ser hevdîtina Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar de wiha got: "Akar yanî ew (Tirk) şirîkên me yên stratejîk in. Car caran hin zehmetiyên ku divê em çareser bikin wê çêbibin. Em li ser wan mijaran axivîn. Ez bi hevdîtina Akar kêfxweş dibim."
Wekîl Shanan li Pentagonê bi Otla Xhaçkaya Wezîra Parastinê ya Albanyayê ra hat bal hev. Shanan piştî hevdîtinê bersiv da pirsên rojnamevanan yên li ser Tirkiyeyê.
Sahanan li ser pirsadi navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê da tu 'pêşveçûn' hene yan tune wiha got:
"Akar yanî ew (Tirk) şirîkên me yên stratejîk in. Car caran hin zehmetiyên ku divê em çareser bikin wê çêbibin. Em li ser wan mijaran axivîn. Ez bi hevdîtina Akar kêfxweş dibim. Ev jî ziyareteke wisa bû. Ka li ku derê pirsgirêk çi ye, em li ser wê axivîn. Em ji pozîsyonan bêtir li ser 'menfeatan' sekinîn."
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar li Pentagonê roja sêşemê bi Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Patrick Shanahan re hevdîtinek kiribû.