Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Heke em dewleteke bihêz bin, wek dewleteke bihêz ji me gelek daxwaz hene. Tirkiye mifteya aştiyê ye."
Erdogan dema vegera ji "Lûtkeya Libyayê" ya ku li Berlîna paytexta Almanyayê hat lidarxistin, di nava balafirê de derbarê rojevê de daxuyanî dan rojnamevanan.
Serokomar Erdogan got, "Li Libyayê hebûna Tirkiyeyê hêviyên aştiyê zêde kir. Di bin navê têkoşîna dijî terorê da kîjan lîstik tên lîstin em dibînin. Di mijara Libyayê da gavên me avêtin mîzanek ava kir. Him li qadê û him jî li maseyê emê piştgiriyê bidin pêvajoya siyasî. Heke em dewleteke bihêz bin, wek dewleteke bihêz ji me gelek daxwaz hene. Tirkiye mifteya aştiyê ye."
Erdogan anî ziman ku heke guh bidin agirbesta li Lîbyayê ya ku digel Putîn bangewaziya wê kiribûn dê pêşiya pêvajoya siyasî jî vebe.
Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Çima Mîçotakîs Xefter vexwende Yewnanistanê? Ji bo ku me tehrîk bike gazî wî kir. Ew yek watedar e ku Hafter deq îmze nekirin. Bûyer bi şahidiya beşdaran bi awayê devkî ma. Înşelah encama wê dê bixêr be. Pêşengekî got 'Miçotakis dixwaze ku cardin navbera xwe û we çêke'. Min got 'Bira pêşiyê vê şaşiya xwe rast bike, paşê axaftina me hêsan e'."
Erdogan bal kişand ser Serokê Teşkîlata Îstixbarata Millî (MÎT) Hakan Fîdan û wiha got, "Di warê îstixbaratê da bi Rûsya, Sûriye û Îranê, bi mixatabên xwe ra peywendiyên wî bi serkeftî dewam kirine."
Erdogan ji bo teklîfa dibêjin 'bila YE di mijara Libyayê da bibe kordînator' got 'cihê ku NY hebe, ev nabe" û anî ziman ew dijî vê yekê ne.
Serokomar Erdogan derbarê sivîlên ku ji Îdlibê koç kirin got, "Bêhişî ye ku mirov ji wan ra bêje terorîst. Ev, xeletiya ewil a Bay Kemal nîne. Ev meriv ji mirinê direvin. Wexta ku min û xanimê ew dayik û 6 zarokên wê li ber têlevîzyonê dîtin, destê me ji erd û ezman qetiya. Em ê çawa ji wan dergûşan ra bêjin terorîst. Heke em li herêma di navbera Resuleyn û Tel Ebyadê da dimîne plana xwe bikin rewacê ev der wê bibe bajarên aştiyê."
Erdogan bal kişand ser pêşnûmaya CHPyê û got, "Hê gelek tiştên van wê derên. Vêga ji bo ku ji nav van gemaran derkevin, dixwazin parlamentoyê têxin defikê. Qey di AK Partî û MHPê da mirovên wiha hene, de ka îsbat bike. Heger îsbat nekî, nexwe ev li cem te ne."