29 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
TOBRUK
Hat ragihandin ku teyareyeke şer a hêzên girêdayî Meclisa Nûneran a li Tobruqê ya li rojhilatê Libyayê ket.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî yên li bajarê Bînxaziyê hatin sitandin, teyareya şer a hêzên girêdayî Meslisa Nûneran ji ber erizeyeke teknîkî ket. Di qezayê da Tuxgeneral Salih Cewdetê Fermandarê Baregeha Hewayê ya Leşkerî yê pîlotê teyareyê mir.
Rayedarekê sivîl ê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin jî got ku teyare di ser maleke li Tarşeya herêma Tobruqê da ket, di qezayê da xêncî Cewdetê pîlot Abdullah Bualiyê xwediyê malê, jina wî û zareke wî mirin.
Ji vir 10 roj berê jî teyareyeke şer a artêşa MNyê çaxa ku ji hewayê êrîşî hin ciyên Bînxaziyê dikir ketibû, pîlot bi paraşutê xwe avêtibû û xilas bibû.