LEFKOŞA
Li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur (KKTC), di hilbijartina serokomariyê de, namzedê serbixwe Mustafa Akinci bi ser ket.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a KKTCyê diyar kir ku, Mustafa Akinci bû serokomar.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a KKTCyê Şafak Onerî got xelkê herêmê ji sedî 64,15 beşdarî dengdayînê bû. Bi tevahî 110 hezar û 60 deng hatin bikaranîn ji van jî 108 hezar û 32 hatin qebûlkirin.
Onerî got ku Akinci 65 hezar û 412 deng hilda (ji sedî 60,38) û bû serokomar.
Şafak Onerî got ku dê encamên fermî ên hilbijartinê îşev bên eşkerekirin û Akinci jî di nav hefteyê de mazbataya xwe hilde.