Di hilbijartinê de 5 jê serbixwe bi tevahî 7 namzed hene. Ji bo ji namzedan yek bibe serokomar dibê zêdetirî ji sedî 50yî dengan hilde. Heke ji namzedan yek jî ewqas dengan hilnede dê tûra duyemîn bê kirin û di 26ê nîsanê de ji her du namzedên ku herî zêde deng sitandin yek bê hilbijartin.
Di nav namzêden serokomariyê de navên wek Serokomar Dervîş Eroglu, Kûdret Ozersayê ku berê di mizakereyên Qibrisê de wek mizakerekerê aliyê Tirk xebitîbû, Serokê Meclisa Komarê Sîbel Sîber hene. Ji Partiya Sosyalîst a Qibrisê Mûstafa Onûrer wek namzed tê nîşandan û Mûstafa Ûlaş, Mûstafa Akinci û Arîf Salih Kirdag jî wek namzedên serbixwe tevlî hilbijartinê dibin.
Sandoq serê sibê di saet 08.00an de vebûn û dê êvarê di saet 18.00an de bê giritn. Piştî dengdayînê dê ray bên jimartin. Encamên hilbijartinê dê ji saziya hilbijartinê bên hildan di navbera saet 19.00an û 21.00an de bê eşkerekirin.
Li giştiyê KKTCyê 176 hezar û 916 hilbijêr hene, ji bo hilbijêran 693 sandoq danîn.