2016 ж. 16 сәуір•Rojanekirin: 2016 ж. 17 сәуір
LEFKOŞA
Mustafa Akinciyê Serokomarê KKTCyê hikûmeta koalîsyonê ya teze ya di serokatiya Huseyîn Ozgurgunê Parlementerê Lefkoşayê yê Partiya Yekîtiya Neteweyî (UBP) da hat avakirin, qebûl kir.
Li KKTCyê piştî ku Serokwezîr Omer Kalyoncu îstifa kir, ji bo avakirina hikûmetê Ozgurgun hat wezîfedarkirin û Ozgurgun Lijneya Wezîran a ku bi piştgiriya Hêzên Neteweyî-Partiya Demokrat (DP-UG) û serbixweyan hat çêkirin li Qesra Serokomariyê pêşkêşî Akincî kir.
Serokomar Akinci di xeberdana xwe ya li vir da destnîşan kir ku lîsteya lijneya wezîran ya Ozgurgun pêşkêş kir qebûl kiriye.
Ozgurgun jî piştî hevdîtinê daxuyanî da û destnîşan kir ku hikûmeta koalîsyonê ya nû bi destê Serokomar Akinci hat pejirandin.
Ozgurgun destnîşan kir ku Lijneya Wezîran ji van navan pêk tê: "Serokwezîr Huseyîn Ozgurgun, Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Darayiyê Serdar Denktaş, Wezîrê Karên Derva Tahsîn Ertugruloglu, Wezîrê Karên Navxweyî Kutlu Evren, Wezîra Vejen û Aboriyê Sunat Atun, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Hamza Ersan Saner, Wezîrê Hawirdor û Tûrîzmê Fikrî Ataoglu, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî û Çandê Ozdemir Berova, Wezîrê Tenduristiyê Faîz Sucuoglu, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Sirûştî Nazim Çavuşolu û Wezîrê Gihandin û Avakirinê Kemal Durust."
Li KKTCyê piştî ku Serokwezîr Omer Kalyoncu îstifa kir, ji bo avakirina hikûmetê Ozgurgun bi destê Serokomar Akinci va di 8ê nîsanê da hatibû wezîfedarkirin.