Haydar Şahin
2018 ж. 29 қыркүйек•Rojanekirin: 2018 ж. 30 қыркүйек
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Serokomarê Qibrîsa Bakur a Komara Tirk (KKTC) Mustafa Akinci der barê pirsgirêka Qibrîsê da got, "Êdî pêvajoya mizakereya berê hat girtin. Dibê peymaneke stratejîk, bi teqwîm û ber bi encamê were hedefkirin."
Akinci li New Yorkê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ra hat ba hev.
Akinci piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanên Tirk û diyar kir ku di hevdîtinê da Guterres got ku rapora Jane Holl Luteya şêwirmenda taybet a berwext ya ji bo pirsgirêka Qibrîsê hatibû wezîfedarkirin amade nîne lêbelê di pêşerojê da rapor ê were ber destê wî û ew ê li gor raporê carekê dîsa bi aliyan ra were ba hev.
Akinci wiha axivî: "Guterres ji me ra got dixwaze ku carekê dîsa me guhdarî bike ku hela pêvajoyê çito dinirxînin û me jî jê ra qalê kir. Me beriya her tiştî got ku em di sala 50yî ya pêvajoya mizakereyan da ne."
Akinci bi bîr xist ku xebatên çareseriyê yên ji bo Qibrîsê ji 1968an vir da dewam dikin, di nav dema derbas bû da du demên girîng hene, yek Pîlana Annan a 2004an, ya din jî Konferansa Crans-Montana a hatibû lidarxistin e. Akinci destnîşan kir ku di pêvajoyê da wekî Aliyê Tirk ê Qibrîsê her tim berpirsyariya xwe bi cî anîn di van demên dawîn da Guterres jî şahidê vê ye.
- "Pêvajoya mizakereya berê hat girti"
Serokomar Akinci got ji bo nexşerêyê par bi Guterres ra axivîn û îsal jî heman mesele bi lijneya hatibû ziyaretê ra axivîn û wiha pê da çû: "Êdî pêvajoya mizakereya berê hat girtin. Êdî meriv bi dubarekirinê nagihêje ciyekî. Dibê peymaneke stratejîk, bi teqwîm û ber bi encamê were hedefkirin."