Fatih Gazioğlu
2018 ж. 29 қыркүйек•Rojanekirin: 2018 ж. 30 қыркүйек
PALU
Jimara kesên di tsunamiya piştî erdheja duh li Girava Sulawesiyê ya Endonezyayê bi lerza 7,7an çêbû da mirin derket 384an.
Li gor nûçeya têlevîzyona Endonezyayê Berdevkê Ajansa Rêveberiya Afata Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho got ku di erdheja duh li Girava Sulawesiyê ya Endonezyayê qewimîbû da jimara miriyan derket 384an.
Nugroho got ku li herêmê tîmeke lêgerîn û xilaskirinê ya ku qasî ji hezar û 400 kesî pêk tê dixebite. Nugroho got ku li herêmê ceyran tune û înternet jî naxebite û ji ber vê di ragihandinê da pirsgirêk dertên.
Nugroho diyar kir ku agahiya li ser jimara mirî û birîndaran yên di dest wan da yên paytext Paluyê ne û li gor agahiyên wan hildane li bajar bi sedan kes birîndar bûne û gelek xanî jî xirabûne.
Ji aliyê din va, di pîsta Balafirgeha Mutîara SIS Al-Jufrîeyê ya Paluyê qasî 500 mêtro cî zirar çêbû. Li ser pîstê tenê ciyekî 2 hezar mêtroyî saxlem maye. Ji ber vê bona arîkariyê tenê balafirên biçûk difirin.
Duh piştî erdheja li bajarên Donggala û Pauloyê bi tesîra tsunamiyê pêlên bi qasî 3 mêtroyî bilind rabibûn.