Ali Makram Ghareeb
30 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2023
Hat destnîşankirin, li bajarê Kerkûkê yê Iraqê bi ser sîteyekê da dronek ket xwarê.
Berpirsê Çapemeniyê yê Midûriyeta Polêsê Kerkûkê Emîr Nûrî di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, li herêma Şoravê ya li bakurê bajêr bi ser sîteyekê da drone ket xwarê.
Nûrî destnîşan kir, di dema bûyerê da li mal kes tunebû lewma ziyana canî tuneye, lêbelê di mala drone bi ser da ket da xesara madî çêbû.
Nûrî bal kişand ku aîdiyeta droneê hê nehatiye tesbîtkirin, ketin û derketinên sîteyê hatin rawestandin û her wiha der heqê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin.