MEKKE
Misilmanên ku xwestin şeva qendîla Beratê ya ku mizginiya meha Remezanê jî dide li Mescîda Heramê bi îbadetê derbas bikin, berê xwe dan Kebeyê.
Li Mekkeyê doh nava rojê 42 pile germahî hebû. Kesên ku li umreyê ne, ber bi êvarê ve berê xwe dan Kebeyê.
Ziyaretgerên li umreyê nimêja xwe ya mexreb û eşayê li Kebeyê bi cimaetî kirin û şeva Beratê bi nimêj, niyaz û tewafê derbas kirin.
Misilmanên li umreyê ber bi nîvê şevê Quran xwendin û nimêja tehecudê kirin û heta sibê îbadet kirin.