Dinya

Li Iraqê di merasimên Erbaînê da hikûmet hat protestokirin

Li merasimên Erbaînê yên ku li Kerbelaya bajarê Iraqê tên lidarxistin hikûmet hat protestokirin. Li Kerbelayê şehîdkirina Hezretî Huseyîn û hevalên wî her sal di Roja Eşûreyê da tê bibîranîn.

Fatih Gazioğlu  | 19.10.2019 - Rojanekırın : 20.10.2019
Li Iraqê di merasimên Erbaînê da hikûmet hat protestokirin

Baghdad

Li merasimên Erbaînê yên ku li Kerbelaya bajarê Iraqê tên lidarxistin hikûmet hat protestokirin.

Li gor dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin, li kuliyeya ku tirbeya Hazretî Huseyîn lê ye bi sedam kesan kefen li xwe kirine û sloganan dibêjin.

Di dîmanan de hat dîtin ku çalakvan slogana "Bexda azad e û wê azad bimîne" û "Kesên gendelî kirin wê ji vir derkevin derva" gotin.

Çalakvan demekê bi alayên Iraqê va meşiyan.

Serokê Tevgera Sadrê ya li Iraqê Muqteda es-Sadr 4 roj beriya vê li ser medyay civakî daxuyaniyek parve kir û wiha gotibû: "Kesên wê beşdarî merasimên Erbeînê bibin bila kefen li xwe bikin û bi alaya Iraqê va bimeşin. Li wir slogana "Ji Amerîkayê ra na" û "Ji Îsraîlê ra na" bibêjin."

- Merasimên Erbaînê

Li Kerbelayê şehîdkirina Hezretî Huseyîn û hevalên wî her sal di Roja Eşûreyê da tê bibîranîn.

Li gor salnameya hîcrî, 40 şev piştî Roja Eşûreyê meha Seferê tê û ji bo çalakiyên ku di 20ê mehê da tên kirin jî "merasimên Erbaînê" tê gotin.

Her sal ji şîeyên îranî û efxan bi sed hezaran meriv derbasî Iraqê dibin û Kerbelayê ziyaret dikin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın