Dinya, Herekata Kaniya Aştiyê

"Bi xêra Herekata Kaniya Aştiyê xwediyên herêmê yên esil wê vegerin"

"Bi Herekata Kaniya Aştiyê herêm wê ji belaya terorê were dûrxistin, kesên sivîl wê azad bin û ya herî girîng jî bi xêra herekatê xwediyên herêmê yên esil wê vegerin malên xwe"

19.10.2019 - Rojanekırın : 20.10.2019
"Bi xêra Herekata Kaniya Aştiyê xwediyên herêmê yên esil wê vegerin"

Ankara

Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif ên Sûriyeyê (SMDK) Enes Abde daxuyanî da û wiha got: 

"Bi Herekata Kaniya Aştiyê herêm wê ji belaya terorê were dûrxistin, kesên sivîl wê azad bin û ya herî girîng jî bi xêra herekatê xwediyên herêmê yên esil wê vegerin malên xwe."

Serokê SMDKyê Enes Abde daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê herêma bi ewle û Herekata Kaniya Aştiyê da hin nirxandin kirin.

Abde got ku di mijara avakirina ji bo herêma bi ewle da Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) û Artêşa Tirkiyeyê bibiryar in û wiha axivî:

"Eger Herekata Kaniya Aştiyê nehatiba kirin îro me nedişiya behsa herêma bi ewle bikin. Bi saya herekatê di demeke kin da serkeftinên mezin me bidestxistin. Bi Herekata Kaniya Aştiyê herêm wê ji belaya terorê were dûrxistin, kesên sivîl wê azad bin û ya herî girîng jî bi xêra herekatê xwediyên herêmê yên esil wê vegerin malên xwe."

Abde behsa mitebeqeta di navbera Amerîka û Tirkiyeyê ya ku hatibû îmzekirin jî kir û got ku ew jî piştgiriyê didin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın