Hat ragihandin ku li bajarê Diyalaya Iraqê teqîn çêbûn. Di teqînan de 16 kes hatin kuştin, 57 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat standin, li pazara nahiyeya es-Sa'diyeyê ya li ser bajarê Xaneqîna Diyalayê du teqîn çêbûn. Di teqînan de 6 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. Ji bilî vê, hin kesên ku nasnameya wan nediyar e, êrîşên bibombe birin ser du malan. Di vê êrîşê de jî 2 kes hatin kuştin, 8 kes jî birîndar bûn.