Hat ragihandin ku li Sûriyê hêzên rejîma Esed li çend bajaran bi çekên giran êrîş dan ser muxalîfan. Di êrîşan de 17 jê zarok, 8 jê jin, bi tevahî 101 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), hêzên rejîmê li herêmên ku kesên li dijî rêveberiyê zêde lê dijîn ji hewa û bejayê operasyon li dar xistin. Di van operasyonan de li Helebê 43, li paytext Şamê û taxên nêzî Şamê 35, li Îdlîbê 9, li Humusê 6, li Derayê 6, li Deyrûz Zorê 2 û li Qûneytrayê 2 kes bi tevahî 101 kes hatin kuştin.
Konseya Şoreş a Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) jî daxuyand ku hêzên Esed bi balafirên şer, topên hawanê û roketan ve êrîş li ser taxên Şamê Muaddamiye, Yermûk, Dareyya, Kadem û Berzeyê û bajaroka Nebekê ya li Kalamunê kirin.
Hat ragihandin ku Artêşa Azad a Sûriyê jî li herêma Kalamunê balafireke şer êxistin. Li çend bajaran jî di navbera Artêşa Sûriyê ya Azad û hêzên girêdayî artêşê de pevçûn çêbûn.