DİYALA
Li bajarê Hanekîna Diyalaya Iraqê êrîşa xwekujiyê hat kirin û di êrîşê de 18 kes mirin, 34 kes jî birindar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin girtin, li bajarê Hanekîna li ser bajarê Diyalayê çalakvanekî xwekujiyê ket nav koma ku başbûna tenduristiya Celal Talabanî pîroz dikirin û bombeya li ser xwe teqand.
Di encama teqînê de 18 kes mirin, 34 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyêrê tu kesî berpirsiyariya êrîşê neda ser xwe. Rayedarên Iraqê hê der barê êrîşê de daxuyaniyeke fermî neda.