HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê Celal Talabanî ji bo hilbijartina parlementoya welatê xwe li Belîna paytexta Almanyayê ya ku lê tedawî dibe reya xwe da.
Dema ku Talabanî reya xwe da, wêneyên wî hatin kişandin û ew wêne di têlevîzyona Kurdsatê de hatin weşandin.
Di wêneyan de wisa dixûyê ku Talabanî bi sandaliya bi teker ve tînin navenda hilbijartinê ku rey biavêje.Talabanî piştî ku rey diavêje tiliya xwe destê çepê ya bihibir nîşanî merivên der û dora xwe dide. Bi Talabanîre ekîba taybet a tenduristiyê û hin xizmên wî jî hatin cihê dengdayinê. Di dîmenan de Talabanî hîç naxive. Hat îdiakirin ku kêleka rastê ya Talabanî şeht bûye û ji ber vê yekê Talabanî bi destê xwe yê çepê rey avêtiye.