Ahmet Aydın
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
SILÊMANÎ
Hat ragihandin ku cenazeyê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştiyê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, wê ji Berlînê yekser biguhazin Silêmaniyê û li wêderê bê veşartin.
Berdevkê Polîtburoya YNK Sedî Ehmed Pîre di daxuyaniya xwe ya li Silêmaniyê ya li navenda partiyê de got, "Cenazeyê Talebanî 6ê cotmehê roja înê wê ji Berlînê yekser biguhazin Silêmaniyê û li devera Deaşana nêzîkî Silêmaniyê bê veşartin."
Pîre anî ziman ku anîna cenaze ji bo Bexdayê û lidarxistina merasîmekê li wêderê hatiye rojevê, lê ev mijar paşê betal bûye.